13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Platforma Alîkariya Însanî ya Şanliurfayê 4 TIR alîkariya însanî amade kir û ji bo bigihînin Heleba ku di bin êrîşên rejimê da ye şandin Sûriyeyê.
Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê da ji bo alîkariya însanî bişînin Sûriyeyê xebata dewam dikin.
Alîkariyên ku hatin komkirin li taxa Yenîceyê ji ber depoya Platforma Alîkariya Însanî ya Şanliurfayê hat birêkirin.
Di merasima şandina TIRên alîkariyê da Osman Geremê Serokê Platforma Alîkariya Însanî ya Şanliurfayê xeberda û got ku li Helebê qetlîam tê kirin û divê dinya li hember vê bêdeng nemîne.
Gerem bang li dewletên Îslamê kir û wiha got: "Em dixwazin dinya li Helebê xwedî derkeve û rondikên tîmsahan nebarîne. Em bang li dewletên Îslamê dikin û bila mirovahî bikeve dewrê. Îro li Helebê li ber çavên hemû dinyayê komkujiyek, zulmek tê kirin. Em dixwazin alîkariyekê bişînin, lê destûr nayê dayîn. Em tenê dikarin alîkariyê bişînin deverên gundewarî. NYê ji bo hefteyekî biryara agirbestê da, lê kes guh nade vê jî. Duh Heleb hat bombebarankirin û jin û zarok hatin qetilkirin. Em jî hewl didin ku ya dikeve ser milên me bi cih bînin. Ji bo piştgiriyê em sipasdarê Şaredarê Bajarê Mezin in."
Şaredarê Bajarê Mezin Nîhat Çîftçî jî beşdarî merasimê bû ji bo alîkariyê ji xêrxwaz û nûnerên saziyên civata sivîl ra sipas kir.
Çîftçî diyar kir, ew ji ber rewşa Helebê xemgîn in û wiha dewam kir: "Heleb xerab dibe. Li Helebê drameke mirovahiyê heye. Em wek misilmanên divê destê xwe dirêjî van birayên xwe bikin û alîkariyê bidin wan. Em dibêjin 'Êdî bes e'. Em xemgîn in. Mirovên mezlûm ji ber berjewendiyên hinekan ji canê xwe dibin, ev rewş agir bi kezeba me dixe. Divê êdî kes li ber vê rewşê bê deng nemîne. Em ê înşallah îro jî ji Helebê ra alîkariyê bişînin. 6 sal e çi ji dest tê, welatê me dike. Ez spasdarê kedkaran im."
Piştî axaftinan tirên alîkariyê bi diayê Miftiyê Bajêr Îhsan Açik va bi rê ketin.