İbrahim Atmaca,Türkan Tosun
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
VAN
Bi îraniyên ku tetîla xwe li Wanê derbas kirin ra anket hat kirin û li gor vê ji sedî 96,9ê tûrîstan ji Wanê memnûn vegeriyan.
Tûrîstên îranî ji bo ku tetîla xwe derbas bikin, Wan di serî da bajarên wek Stenbol û Antalyayê tercîh dikin. Di her sê mehên îsal da 106 hezar û 216 tûrîstên îranî hatin Wanê.
Îraniyan Wan ji xwe re wek navend diyar kiriye. Îraniyan bi danûstandin û çûyîna cih û warên kêf û şahiyê va jî dilê esnafê herêmê xweş kirin û rûyê wan dan kenandin. Bi hatina tûrîstan va cardin derket holê ku tûrîzm ji bo bajêr girîng e.
Bi pêşengtiya Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê va ji bo tesbîtkirina hin daxwaz û hêviyan bi navê "Îdraka Wanê ya Tûrîstên Îranî" anketek hat kirin. Mebest ji anketê ew e ku tûrîstên îranî ji Wanê çi hêvî dikin, çima Wan tercîh kirin, pirsgirêkên ku derketine pêş wan û daxwazên wan çi ne. Ev hemû hatin tesbîtkirin.
- "Her tûrîstek hezar û 500- 2 hezar dolar xerc dike"
Alk. Dr. Suvat Pavînê Serokê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ji nûçegihanê AAyê re got ku tûrîstên îranî di salên dawîn de gelekî tên Wanê,
Pavîn daxuyand ku di meha adarê de ji ber betlenaya cejna newrozê ji 100 hezarî zêdetir îranî hatine Wanê.
Pavîn destnîşan kir ku ew anketan dikin ku daxwaz, hêvî, gilî û gazinên tûrîstan hîn bibin û wiha axivî: "Ji sedî 80 turîst dibêjin ku ew cara duyem an sêyem e hatine Wanê. Ev jî nîşan dide kutûrîstên îranî dixwazin Wanê nas bikin. Heke em daxwaz û hêviyên wan bi cih neynin wisa xuya dike ku ewê di dahatûyê de neyêne Wanê. Turîst dan û stendinê bi pereyê pêşîn dikin û rojê di navbera hezar û 500 û 2 hezar dolaran de pere xerc dikin. Ev jî ji bo aboriya bajarê me rêjeyeke baş e."
Li gor anketên ku hatine kirin ji sedî 97,5 tûrîstên îranî ji tevgerên esnafan kêfxweş in, ji sedî 96,9 jî dibêjin ku ew kêfxweş in ku hatine Wanê.