Türkan Tosun
11 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
SÎÎRT
Jin û mêrekî ji Sînopê bi wêneyan va dîwarên Sêrtê dixemilînin.
Şaredariya Sêrtê Fatîh û Hulya Avan vexwendin bajêr ku ew dîwar, trafo û cihên nexweş ên bajêr bi neqş û wêneyan va bixemilînin.
Fatîh Avan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew 21 sal e vî karî dike, dema şaredarî ji wî tiştekî dixwazin ew û jina xwe bi hev ra diçin û li ser dîwar û trafoyan wêneyan xêz dikin.
Avanê ku heta niha 30 bajêr geriyaye wiha axivî: "Ji şaredariyê ji min ra hin wêneyên trafo û dîwaran hatin şandin. Min jî ji wan ra hin xebatên xwe şandin. Jê hez kirin û ev vexwendime Sêrtê. Em Trafo, park û dîwarên baxçeyan bi hin xemlan va dixemilînin û tînin rewşeke estetîk. Gel jî ji van neqş û wêneyan kêfxweş dibe. Heke gel li van xebatan xwedî derkeve emê kêfxweş bibin, lewra em ji bo wan dixebitin."
Hulya Avanê jî behsa xebat û bertekên gel kir û wiha axivî: "Înşallah emê dîwarên bajarê xwe yê xweşik baş bixemilînin. Ji niha va li ser xêrê be."
Welatî Nazli Dayana ji Sêrtê ji bo van xebatên şaredariyê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Cemal Aydin jî spasiya şaredariyê kir û got ew kêfxweş e ku Sêrt ji ber van neqş û wêneyan xweşiktir xuya dike.
Aydin wiha axivî: "Ez wan pîroz dikim. Min li wan nihêrî karê xwe pir baş dikin. Ez spasiya wan dikim."