Türkan Tosun
10 Îlon 2018•Rojanekirin: 11 Îlon 2018
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê wê barana gur bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li giştiyê herêmê hewa wê kêm ewrayî û paşê jî pir ewrayî be.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê 2 an jî 4 pile kêm bibe û ba jî wê ji başûr nerm û hinek caran jî zêde rabe.
Li giştiyê herêmê tavî wê çêbibe û baraneke gur bibare.
Germahiya herî zêde ya nava rojê jî wê li Îdirê 30, li Erzinganê 26, li Agiriyê 23, li Qersê 22, li Erziromê 19 û li Erdexanê jî 17 pile be.