Metin Özmen
07 Gulan 2023•Rojanekirin: 13 Gulan 2023
BATMAN (AA) - Wênekêşên hatin Sasona navçeya Batmanê wêneyên siruşt û hawîrdorê kişandin.
Bi rêberiya Orhan Kartal 10 kesên ji bajarên cuda hatin bal hev li Sasonê geriyan.
Ziyaretvanan wêneyên guldexwînan, mekanên dîrokî û çîlekên Sasonê kişandin.
Hasan Hulkî Muradî li ser navê komê axivî û got ji Stenbol, Îzmir, Edene, Zonguldax û Mersînê 10 wênekêş hatine vir û ew spasiya Orhan Kartal dikin.
Muradî got derfeta wan çêbûye ku ew navçeyê bibînin ji ber mazuvaniyê û agahîdayinê ew spasiya Midûrê Çandinî û Daristanê Eyyup Aktaş, Midûrê Yekîtiya Xizmetbirina Gundan Şehmus Coşkun û qasidê turîzmê yê dildar Sabahattîn Atalay dikin.