Bestami Bodruk,Bilal Çelikten
18 Mijdar 2025•Rojanekirin: 25 Mijdar 2025
Li taxa Geçîtê ya Çunguşa navçeya Dîyarbekirê ya ku avûhewaya Deryaya Spî lê serdest e, çêkirina tirşê hinaran dest pê kir.
Ev taxa gundewar a ku li peravên Gola Bendava Karakaya ye xwedî avûhewayeke mîkroklîmayê ye.
Ji ber vê, li vir hinarên baş digîhêjin û feydeya wan hem ji aboriya navçeyê û hem jî ya ji bajêr ra çêdibe.
Hilberîna hinaran di dawiya cotmehê da dest pê dike.
Qismeke mezin a hinarên ku ne derizîne ji fabrîqeyan ra tên şandin ku bibin ava fêkiyan, yên mayîn jî ji bo ku zivistanê bên xwarin li şaneşînan tên dardakirin.
Jin, pê şivan li hinarên ku derizîne dixin û libên wan ji hev derdixin.
Paşê ew hebên hinaran dixin çewalan û ava wan derdixin ku di sîtilan da li ser agirê êzingan bikelînin û bikin tirş.
Çêkirina tirşê hinaran heta dawiya meja mijdarê dewam dike.
Şaredarê Çunguşê Alî Suat Akmeşe ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku her sal qasî 1400 tonî hinar li vir tê berhevkirin û feydeya Taxa Geçîtliyê ji bo aboriya navçeyê gelekî heye.
Mixtarê Taxa Geçîtliyê Turgay Togrul jî anî ziman ku li herêmê demeke dirêj e ew hinarên du cure digîhînin ku yek jê ji bo xwarinê û ya din jî ji bo ava wê ye.
Bêzar Togrula 70 salî ya li taxê dijî jî got ew bê gubre û bê derman bi usûla bav û kalan hinaran digîhînin.