Hüseyin Demirci,Cüneyt Çelik,Tevhid Furkan Nehri,Günay Nuh
18 Mijdar 2025•Rojanekirin: 19 Mijdar 2025
Li Erzirom, Qers û Erdexanê sir û serma, mij û qiraviyê tesîra xwe nîşan da.
Li Erziromê barana ku bi şev bi navber bariya, ber destê sibehê vegerand sermayê.
Li parêzgeha ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 3 pile hat pîvan, li ser peyarêyan qerm çêbû.
Her wiha ji ber mijê wesayît di rêyan da bi zehmetî çûn.
- Qers
Di rêbejaya Qers-Erziromê da ji ber mijê mesafeya dîtinê daket heya 10 metreyan û ajokaran zehmetî kişand.
Li navçeya Sariqamîşê jî serma û qiraviyê tesîra xwe nîşan da.
Li navçeya ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da daket 4 pileyan, camên wesayîtan û her wiha dar û nebatan qiravî girt.
Bi tesîra sermayê ra, di Çemê Acisuyê da golên piçûk qerimîn.
Heywandarên pez û dewar xwedî dikin, li meraya qiravîgirtî hewl dan heywanên xwe biçêrînin.
Her wiha li herêmê dîmenên sîmoreyên gevez û çivîkan ên li tiştekî xwarinê digeriyan, hatin kişandin.
- Erdexan
Li Erdexanê serma û mij tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da daket heya 8 pileyan, erd qerimî û dar û nebatan qiravî girt.
Bi tesîra seqemê li navenda bajêr ji ber mijê mesafeya dîtinê daket.
Mijê li herêma Çemê Kûrayê tesîra xwe zêdetir kir.