28 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
HAKKARÎ
Li Hekkariyê 54 jinên ku emrê wan di navbera 25 û 55an da diguhere, diçin qursê ku xwendin û nivîsandinê hîn bibin.
Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr dawiya hefteyê li hin dibistanan qursa xwendin û nivîsandinê dide û jin jî eleqeyê nîşanî qursê didin.
Ji qursiyeran Amîna Korkmaza 55 salî got ku ew bi kelecan e û wiha dewam kir: "Mezinên me berê tenê kesek dişandin dibistanê. Ez vê gavê li dibistanê me. Piştî salan ez xwendin û nivîsandinê hîn dibim û kêfxweş im. Xwezî ez zûtir biçûma mektebê. Ez vê gavê pir poşman im. Min di wextê da nexwand, lê ez hemû zarokên xwe didim ber xwendinê."
Necla Ozataka 25 salî jî got ku mêrê wê ji bo xwendin û nivîsandinê piştgiriyeke mezin dide wê û wiha dewam kir: "Ez 9 sal in zewicî me. Min ji bo zaroka xwe dest bi xwendin û nivîsandinê kir. Emrê xwendinê tuneye. Ez pir kêfxweş im. Ji her kesî ra tewsiye dikim."
Mamosteya qursê Safiye Uyarê jî got eşqa jinan li ser heye ku xwendin û nivîsandinê hîn bibin.