Mehmet Demirhan
19 Sibat 2023•Rojanekirin: 20 Sibat 2023
Li navçeya Silopiyê komeke jin ji bo erdhejzedeyan cilên zivistanê didûrin.
Kursiyerên ku li atolyeyên cilan ên li Navenda Perwerdeya Gel û Navenda Piştgiriya Malbatê ya Qaymeqamtiya Silopiyê perwerdeyê dibînin ji bo pêkanîna hewcehiyên cilan ên erdhejzedeyan wek xwebexş dixebitin.
Jin ji bo mezin û zarokan pêceme, falîne, xirqe, sitûmalk û kum rojane 500 taxim cil didûrin û cilên amade dikin bi hesasiyeteke mezin dixin nav poşetan û dişînin herêmên erdhejê.

Aylîn Oktena Midûra Adem-1ê diyar kir ji bo ku hewcedariyên erdhejzedeyên ku ji herêma erdhejê hatin Silopiyê pêk bînin dixebitin û got ku "Em cilên ku çêdikin didin malbatên erdhejzede."
Safiye Erena hîndekaa hoste jî da zanîn ji bo ku piştgiriyê bidin seferberiya alîkariyê dest pê dirûna cilên ji bo erdhejzedeyan kirin.
Erenê got ku "Em xirqe, fanîle, taximên pitikan çêdikin. Ji bo Xwedê çi ji destê me tê îro roja yekîtî û biratiyê ye, em hewl didin ku vê bikin." û got ku çiqas ji destê wan tê dê hilberîna xwe bidomînin.