07 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ji ber êrîşên mensûbên rêxistina terorê PKKyê jinên ku neçar man malên xwe biterikînin dê dilşikestî 8 Adarê Roja Jinan a Cihanî pêşewazî bikin.
Herî zêde jin û zarok dibin mexdûrê êrîşên terorîstên PKKyî. Li navçeya Sûrê ku piraniya xelkê destteng in ji ber êrîşên terorîstan bi hezaran malbat bêyî ku rahêjin alav û amûrên xwe ji neçariyê xaniyên xwe terikandin. Ji van hin kes xwe dispêrin cem eqrebayên xwe yên li ciyên başqe, hinek jî di xaniyên kirêkirî da dimînin. Yên ku ji van derfetan jî mehrûm in bi destê qaymeqamtiyê li otêlan tên bicihkirin.
Jinên ku ferdên malbatên mexdûrê terorê ne û dewlet piştgiriya wan dike, dê 8 Adarê Roja Jinan a Cihanî ji malên xwe dûr derbas bikin.
Jineke mexdûr A.F. di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku wan ji ber çal û bombeyên çalkirî yên li taxa wan ji neçariyê mala xwe terikandin û ji ber ku tu eqrebayekî wan jî tuneye, ew li otêla ku bi destê qaymeqamtiyê lê hatin bicihkirin, dimînin.
A.Fyê wiha xeberda:
"Me dixwest ku em 8 Adarê Roja Jinan a Cihanî li mala xwe derbas bikin. Min bêriya wê kiriye ku di metbexa xwe da digel zarokên xwe nan bixwim. Gelek gule li mala me ketin, me ancax xwe xilas kir, psîkolojiya zarokên min xirab bû."
- "Dewlet bira sax be, destê xwe da destê me"
A.Fyê bal kişand ser girîngiya alîkariya dewletê ya seba mexdûrên terorê û wiha got, "Ev qedera 3 mehan e, em li otêla ku dewletê em lê bi cih kirin, dimînin. Xwedê heye, em çi bixwazin alîkariya me dikin. Dewlet bira sax be, destê xwe da destê me."
- "Xwedê heqê me bira ji wan ra nehêle"
N.Şyê jî destnîşan kir ku wê digel mêrê xwe û 2 zarokên xwe bêyî ku tu eşyayî hilde, ji malê derket û wiha pê da çû:
"Li ber deriyê me mayîn çal kirin. Destûr nedan me ku em eşyayên xwe jî hildin. Dema ku ez derketim, ez biqasî mehekê li cem eqrebayên xwe mam. Ev du meh in jî ez li vir im, mêrê min bêkar e, zarokên min jî psîkolojiya wan xirab bûye. Dil dixwast ku min bi awayekî şad û bextewartir pêşewaziya Roja Jinan bikira. Lêbelê mixabin ew jî ji destê me derxistin. Xwedê heqê me bira ji wan ra nehêle."