Önder Beyter
26 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Li herêma rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê malbatên koçer ên ku seba heywanên xwe di demsalên salê da ji neçariyê cih diguherînin, diçin zozanan û paşê jî jê berjêr adeta jiyana wan li pey keriyên pez derbas dibe. Heywandar salê bi hezaran pez xwedî dikin û piştgiriyê didin sektora heywandariyê.
Heywandar ji ber ku hêniktir e, havînê keriyên pezê xwe dibin zozanên li rojhilatê Anadoluyê yên li parêzgehên wekî Erzirom, Wan, Bitlîs, Mûş û Elazigê. Paşê dema serma dikeve erdê, koçer dikevin dagerê û berê xwe didin Şanliurfayê.
Koçer li Şanliurfayê li deverên cuda cuda yên ji bo heywandariyê guncaw, konan vedigirin û zivistan û bihara xwe li vê derê derbas dikin. Ji ber vê sedemê jî koçer ji perwerdeyê heya tenduristiyê, ji teknolojiyê heya jiyana sosyal di gelek warî da ji derfetên asan ên jiyanê bêpar dimînin û jiyana xwe di nava zehmetiyê da derbas dikin.
Heywandar di nava vê çerxê da her cure pêwîstiyên heywanan tînin cih ku bi vî hawî jiyana wan adeta li kêle jiyana keriyên pezê wan derbas dibe.
Heywandar dîsa salê bi hezaran pezî xwedî dikin û piştgiriyê didin sektora heywandariyê.
- Kon hatin vegirtin
Gelek malbatên koçer ên ku hatin taxa Boztepe ya Haliliyeya navçeya Şanliurfayê, hem ji bo xwe û hem jî ji bo heywanên xwe dest bi vegirtina konan kirin.
Heywandar li derdorê keviran kom dikin da ku ji bo heywanên xwe pê hewşî çêkin. Anku heywandar beriya ku zivistan bi ser wan da bigire, hewl didin ku amadekariyên xwe kuta bikin.
- "Derdê me yê herî mezin ew e ku mereya me tuneye"
Serokê Komeleya Koçerên Qerecdaxê Hamza Agan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku heywandarî karekî dijwar e, lê koçer dîsa jî jê hez dikin.
Agan destnîşan kir ku bi hezaran heywanên koçeran hene ku koçer ligel dijwariyên wê, bi kêfxweşî wan xwedî dikin.
Agan got, "Ji bo ku rê li ber îtxalkirina goşt were girtin, divê bêtir piştevaniya koçeran were kirin û wiha dewam kir:
"Tenê li Rihayê 338 malbatên qeydkirî wekî koçer dijîn. Helbet ligel yên li parêzgehên din ev hejmar derdikeve hezarî. Li herêma Qerecdaxê koçer qedera 200 hezarî pez xwedî dikin. Lêbelê derdê me yê herî mezin ew e ku mereya me tuneye. Em diçin kuderê em perê mereyê didin, êm jî biha ye. Em mehê 3-4 hezar lire meaş didin şivanan. Heywandarî karekî zehmet e. Kes naxwaze bike, lê koçer heqê vî karî didinê. Em mîna bebikan li berx û karikan dinihêrin."
- "Ez di konê da hatim dinê û mezin bûm"
Ji jinên koçer Hamşe Turana 66 salî jî destnîşan kir ku ew di konê da hat dinê, mezin bû û herwiha jiyana wê bi hilgêr û dagêrê derbas bû.
Turanê diyar kir ku awayê jiyana zarokên wê jî wiha ye û got, "Nayê gotin, jiyana me pir zehmet e. Lê heger meriv hîn nebe û jê hez neke, meriv nikare vî karî bike. Neh zarê min hene, çavê yekî jî bi dibistanê neket. Lê înşelah neviyên min wê bixwînin."