Sevim Hatun,Abdullah Tel,Fatih Gazioğlu
02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
AĞRI
Koçerên dawî ên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfê vegeriyan. Bi sedan salan e ku li Rojhilatê Anadoluyê koçerî dewam dike, koçerên ku havînê heywanên xwe derdixin zozanan û zivistanê jî dibin cihên germ ji zozanan vegeriyan.
Koçerî wekî kevneşopiyekê hê jî li Herêma Rojhilatê Anadoluyê, Behra Reş, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dewam dike.
Koçerên ku havînê bi germbûna hewayê re miyên xwe derdixin zozanan ku têr biçêrin û ji ber germê zirarê nebînin. Koçer demsala biharê miyên xwe yên ku jê re dibêjine "yoşa" û wan bi boyax û morîkan dixemilînin, zengilê dikine stûyê wan demsala biharê dibin zozanên hênik.
Koçerên ku bi salan e li Anadoluyê vî karî dikin di çarçoveya vê kevneşopiyê da havînê bi qasî 6 mehan diçin zozan û li wir dimînin piştî ku hewa sar bû jî heywanên xwe didin pêşiya xwe vedigerin gund û taxên xwe.
Gelek xweykeriyên ku li zozanên Erzirom, Agirî, Qers, Erdexan, Îdir, û Erzîncana ser herêma Rojhilatê Anadoluyê ne vê kevneşopiyê didomînin ji ber hewaya sar a ku demeke li herêmê bi tesîr e vegeriyan nav gundên xwe.
Lê hin koçerên digel hewaya sar li zozana mabûn û heywanên xwe diçêrandin jî ji duh va dest bi vegerê kirin, lewra berf barî û çêre di bin da ma, heywan ji bo birçî nemînin xwedîkerî û dewaran jî ji mecbûrî hatin.
Ji koçerên Îdirê Osman Kaşikê ku biharê 3 hezar mêşin derxistibûn zozana Ercîşa navçeya Wanê tevlî şivanên pê ra bûn dest bi rêwîtiya vegerê kir.
Kaşik û şivanên pê ra tevlî mêşinan ev 3 roj in ku di bin berf û hewaya sar da rêwîtiya xwe didomînin û niha xwe gihandin Eleşkîrta navçeya Agiriyê.
Kaşik hin caran keriyê pezê xwe di rê da dibe û ji bo ku rê li çûn û hatina wesayîtan neyê girtin û talûke çênebe polês jî li ser rê tewdîrê hildidin.
- 5 rojan bi pezê xwe re dimeşin
Osman Kaşik got ku ji ber berf û semayê wê dîsa vegerin Qersê û wiha axivî:
"Em her sal tên navçeya Ercişê û pêzê xwe diçêrînin. Îsal zivistan zû hat û em bê tewdîr rastî sermayê hatin. Ji ber berfê bi 3 hezar pezî ev 3 roj e ez li ser rê ne. Hê 2 rojên me jî mane. Em ê herin herêma Karakurta Sarikamişa navçeya Qersê. Ev êdî bûye jiyana me. Em koçer in û li zozana dijîn. Êdî em hîn bûne."