Sidar Can Eren
26 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2022
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê, Kanyona Mercanê û dewrûbera wê ya ku bi rengên payîzê xemilî, di rotaya xwezahezan da pêgeheke sereke ye.

Ovacixa newazaya xwezayê ya raqim 1500, bi gol, gelî, zozan û sûlavên xwe her demsal turîstên xwemalî û biyanî dike hejmetkar.
Kanyona Mercanê ya li nêzîkî gundê Beşevlerê ya 10 kîlometre dûrî navçeyê jî bi hatina payîzê ra xemleke cuda da ser xwe.

Ziyaretvanên kanyonê di nava teht û zinarên bilind da derbas dibin, wêneyan dikişînin û li keviya avan ji xwe ra pîknîkê dikin.
Kanyona ker û bêdeng her wisa jîngeha heywanên kovî û qederek cinsên çivîkan e jî.

Xwezahez Murat Gunduz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew ji zaroktiya xwe û vir va di nava xwezayê da wextê da derbas dike, li navçe û parêzgehên nêzîk digere.
Gunduz bal kişand, Kanyona Mercanê ya li navçeyê ciyekî pir xweş e û wiha dewam kir:
"Li rexekî kanyonê daristan, li rexê din jî zinarên qemer hene. Rexên ava di nava kanyonê da diherike reng bi reng bûye. Kanyon bi dar û berên xwe, bi çêre û çîmena xwe bi rengan xemiliye. Gava li navê geriyam ez pir kêfxweş bûm, min gelek wêne kişandin."
Xwezahez Ali Hidir Çelik jî diyar kir ku wî cara ewil Kanyona Mercanê dît û pir kêfa wî pê ra hat.