Rauf Maltaş
26 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2022
Li bajarê Rihayê ku yek ji navendên turîzma çandê ye, eleqeya turîstan wekî rojên beriya şewba Kovîd-19ê, zêde ye.
Her sal bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî tên serdana Rihaya wekî "bajarê pêxemberan" tê binavkirin.
Li bajêr gelek ciyên dîrokî yên wekî Binkeya Gola Masiyan, navçeyên Heran û Xelfetiyê, Girê Mirazan ê bi 12 hezar sal dîroka xwe va wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê hesibandin û di Lîsteya Kelepora Cîhanê ya UNESCOyê da ye, hene.

Di salên borî da li bajarê Rihayê di qada turîzmê da ji ber şewba Kovîd-19ê ya ku li seranserê dinyayê bi tesîr bû, eleqe kêm bûbû, lê niha ew kêmasî ji holê radibe û eleqeya li ser Rihayê her diçe zêde dibe.
Bi asayîbûnê va turîstên xwemalî û biyanî berê xwe didin Rihaya ku gelek çand û xweşiyan li ser xwe dihewîne.
- "Îsal rekor tê payîn"
Midûrê Çand û Turîzma Bajarê Rihayê Aydin Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku sala 2019an wek "Sala Girê Mirazan" hatibû îlankirin û li ser wê jî meraqdarên Rihayê zêde bûn lê ji ber şewba li çar aliyê dinyayê bi tesîr bû, ya dihat payîn pêk nehat.
Aslan destnîşan kir ku wan di dema şewbê da kêmasiyên di qada turîzmê da çareser kirin û wiha domand: "Piştî şewbê bajarê di qada turîzmê da herî zû bi ser xwe da hat Riha bû. Bi taybetî jî bi Girê Mirazan û deverên nû yên ku lê vekolan dewam dike eleqeya li ser bajêr zêde bû. Em wisa difikirin ku di sala 2023an da em ê baş dest bi turîzmê bikin. Em ê îsal di qada serdanên Girê Mirazan da bibin xwedî rekoreke nû. Lewra di sala 2019an da 412 hezar, sala par 570 hezar kesî û di 9 mehên ewil ên îsal da jî bi qasî yên sala par, kes hatin Girê Mirazan û di dawiya îsal da em li benda rekoreke nû ne."
- "Heyam gelekî qelebalix derbas dibe"
Berdevkê Çapemeniyê yê Odeya Rêberên Turîstên Herêmê ya Rihayê Muslum Çoban got ku piştî şewbê eleqeya turîstan a li ser bajêr zêde bû.
Çoban ragihand ku ji bo meha Mijdarê li otêl û tesîsan cî nemaye û wiha domand: "Heyama payîzê gelek bi baş derbas dibe. Di dema şewbê da di qada turîzmê da zirareke mezin çêbû lê şikir êdî ew roj neman. Mêvanên ku tên Rihayê dixwazin bajarên din ên li herêmê ne jî bibînin. Ji ber vê jî Riha bi kêrî bajarên der û dora xwe jî tê."