Ali Kemal Zerenli,Mert Murat Yaşar
24 Adar 2023•Rojanekirin: 25 Adar 2023
Ji Îskenderuna navçeya Hatayê Gulay Karakaş û Denizcan Bebekê malên wan di erdhejên Kahramanmeraşê da zirar dîtibûn û li konteynerbajar bi cî bûbûn, nîşana xwe kirin.
Gulay Karakaşa 19 salî û Denizcan Bebekê 26 salî ku mexdûrên erdhejê ne û li konteynerbajarê ji alî Komeleya Tirkiye Bosna Sancakê va li Taxa Nimûneyê hatibû avakirin dimînin, bi merasimê soz dan hev.
Malbatên herdu ciwanan jî beşdarî merasimê bûn û wêne kişandin.
Bebek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber erdhejan bi malbatî rewşa wan baş nîne û wiha pê da çû: "Mala me di erdhejê da zirar dît û em bi malbatî hatin vî konteynerbajarî. Ez û destgirtiya xwe eqreba ne. Cara ewil min li konbajêr ew dît û me hev nas kir. Paşê jî me ev biryar da."
Bebek ji hemû kesên di merasima nîşanê da xwedî ked bûn ra spas kir.