SILÊMANÎ
Serokê Komeleya Mexdûr û Şehîdên Çekên Kîmyewî yên Helepçeyê Loqman Ebdulqadir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got piştî lêkolînan tespît kirin ku 27 saziyan çekên kîmyewî firotin rejîma Baasê ya di bin birêvebiriya Sedam Hûseyîn de. Ebdulqadir diyar kir, ji bo ku doz bê vekirin heya niha ji xizmên mexdûran 850 kesî daxwazname nivîsandiye û got ku piştî ku hemû daxwaznameyên giliyê kom bibin, em ê bi hinek parêzeran re ji bo doza der barê van saziyan de serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Laheyê (DCN) bidin.
Ebdulqadir bi bîr xist ku berê jî der barê 450 saziyên ku çek firotibûn rejîma Baasê de jî doz hatibû vekirin û diyar kir ku agahî, belge û delîlên der barê 27 saziyên Amerikayî, Fransizî û Almanî de hatin berhevkirin û sucên wan jî hatin îspatkirin.
Ebdulqadir ji bo ku pêşî li sucekî mirovahiyê yê bi vî awayî bigrin, bal kişand ser pêvajoya dozê û wiha axivî: "Biryara DCNê ji bo ku qetlîama Helepçeyê wek qirkirinekî bê qebûlkirin gelek girîng e. Balafirên rejîma Baasê di 16ê Adara 1988an de bombe barandin ser Helepçeyê. 5 hezar kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn. Em dixwazin ew kesên ku ev çek firotin rejîma Baasê hesabê bidin. Em dixwazin ku berpirsyarên van saziyan bên darizandin û tezmînatê bidin xizmên şehîdan û mexdûran."
- Qetlîama Helepçeyê
Sedam Hûseyîn di sala 1986 û 1988an de, di operasyona El- Enfalê de li hember kurdên li bakurê Îraqê dijîn, bi heşt balafirên MÎG-23yan yên ku gaza bi jehr dikişandin, navçeya Helepçeyê bombebaran kiribû. Di êrîşê de sivîlên Helepçeyî, leşkerên Îranî û pêşmerge jî di nav de ji 5 hezaran zêdetir kes miribûn, nêzî 7 hezar kes jî birîndar bibûn.