Haydar Şahin
13 Sibat 2019•Rojanekirin: 14 Sibat 2019
DİYARBAKIR
Kelha Zervanê ya dîrokî ya li Çinara navçeya Diyarbekirê ew ê bibe navenda tûrîzmê.
Li kelha di heyama Împaratoriya Romayê da wekî "wargeha eskerî" dihat xebitadin 5 sal in kolana arkeolojîk dewam dikir, di encama kolanan da qasî ser erdê binê erdê jî ew ê dîrokê ronî bike. Ji bo ziyaretvanan "Projeya Fîzîbîleteya Navenda Pêşwaziya Tûrîstan a Kleha Zerzevanê" hat amadekirin.
Bi projeya ku Zanîngeha Dîcleyê bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Karacadaxê (KKA) amade kir va ji bo ziyaretvanên tên kelhê ewê Navenda Pêşwaziya Tûrîstan were vakirin û di navendê da salona danasînê, qada fuayeyê, MînîaDiyarbekir û Arkeoparka Zerzevanê hebin.
Ji bo çêkirina projeyê Prof. Dr. Talîp Gulê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê û Hasan Maralê Sekreterê Giştî yê KKAyê protokol îmze kirin.
- Qasî ser erdê binê erdê jî dîrokê ronî dike
Ew ê li qadê maketeke mezin a kelhê û mînyaturên 42 berhemên dîrokî yên li Diyarbekirê jî cî bigrin. Navê qadê jî daynin MînîaDiyarbekir.
Dîsa di çarçoveya projeya navendê da ew ê ji bo zarokan arkeoparkê ava bikin. Ew ê li arkeoparkê agahiyên li ser kolanên arkeoljîk bidin zarokan.
Erdê kelhê 60 dolim e û li qadê dîwarê bilindahiya wê 12-15 mêtre dirêjahiya wê hezar û 200 mêtre ye hat dîtin. Li ser vê qadê, bircê çavdêriyê yê 21 mêtre bilind e, bircê parastinê, dêr, avahiya rêvabirinê, xanî, depoyên sîlah û genim, perestgehên binê erdê, sitargeh, merzelên ji kevir, kanalên avê, 54 sarnicên avê hene. Qasî ser erdê binê erdê jî dîrokê ronî dike.