İbrahim Atmaca
26 Nîsan 2020•Rojanekirin: 29 Nîsan 2020
Koçerên ku wê derkevin zozanan, ji ber giştînameya ku Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) weşand, rêwîtiya xwe heya 1ê Gulanê taloq kir.
Li Herêma Başûrê Rojhilatê koçer her sal di meha nîsanê da bi germbûna hewayê ra koçer heywanên xwe ji tewle û goman derdixin û ji bo bibin zozanan dest bi rêwîtiyeke dûr û dirêj dikin, lê îsal ji ber Kovîd-19ê nikarin bi rê kevin.
Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) giştînameyek weşand. Koçeran li gor rêziknameyê destûra derketina zozanan stand, lê destûra derketina wan ji 1ê Gulanê şûnda tê dayîn.
Koçerên Diyarbekir, Şanliurfa, Batman û Mêrdînê heywanên xwe ji gom û tewleyan derkexist û berê xwe dan zozanên Herêma Rojhilata Anadoluyê. Lêbelê wê heywanên xwe li cihê ku lê ne biçêrînin heta ku ev pêvajo derbas bû.
Koçerên ku ji Şanliurfayê bi rê ketin da ku herin zozanên Karliovaya navçeya Bîngolê, ji bo avdana heywanên xwe ji hewzeya Çemê Mûradê ra derbas dibin. Koçeran vê gavê xwe dane Palûya navçeya Elezîzê û li benda 1ê Gulanê ne.
Ji koçeran Bayram Dagê 34 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, "Ez ji diya xwe bûme û min dest bi vî karî kiriye" û ew bi malê va koçer in.
Dag wiha axivî, "Em normalde hersal serê nîsanê li gor rewşa hewayê bi rê dikevin. Divê em vî wextî di rê da bûna, lê ji ber ku nexweşî bela nebe, çûyîn û hatina navbera bajaran hat qedexekirin, em jî sekinîne."
Dag got ku koçer ji ber şewbê li herêmên ku lê ne, sekinîne û ew jî li herêma Paluyê bêhna xwe vedidin û li wê derê heywanên xwe diçêrînin.
Ji koçeran Kemal Ozcanê 44 salî jî got ku ji ber şewba vîrusa koronayê ew dereng bi rê ketin û daxwaza dilê wan ew e ku ev şewb demildest biqede.
"Xwedê bike em zûtirî herin zozanan. Bendewarî ji bo me hinekî tengasî ye. Em bi herêma ku tê ra tên û diçin, beled nînin. Piştî kutabûna vê pêvajoyê em ê bi rêkevin."