İbrahim Atmaca
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
KARS
Lîstika cirîda ser hespan wek spora bav û kalan bi sedsalan e li Asyaya Navîn û Anadoluyê tê lîstin. Ev lîstik li hin gundên Qersê di mehên zivistanê da bûye kêf û zewqa herî mezin a gundiyan.
Cirîdvan li Kekeça gundê navçeya Selîmê civiyan û piştî ku berf barî cirîdvanan cirîd leyîst. Tîmên cirîda ser hespan yên Başkoy û Kekeçê nêzî 2 saetan cirîd leyîstin û berhev dan.
Cirîd di du beşan da hat lîstin û piştî beşa yekemîn zarokên ku eşqa wan ji cirîdê ra tê gema hespan girtin û li nav sehayê gerandin da ku hesp bêhna xwe bidin. Di pêşbirka cirîdê da dîmenên rengîn derketin holê û tîma ku bi ser ket, tîma têkçûyî pîroz kir.
Lîstikvanê cirîdê Îlhamî Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî berf barî wan li ser berfa îsal cara ewil cirîd leyîst.
Yildiz diyar kir, ji bo ku ew spora bav û kalan nedin jibîrkirin û hînî ciwanan bikin, di hefteyê da rojekê muheqeq dileyizin û wiha dewam kir: "Ji bo spora ku em ji bav û kalên xwe hîn bûn neyê jibîrkirin, em dileyizin. Ji bo xwedîkirin û debara hespên me heke alîkariyeke madî bidin hevalên me yên desteng, em ê li herêma Qersê cirîdê pêş bixin û bidin nasîn."
Pîr Sefa Boz jî yek ji wan kesan e ku eşqa wan li ser cirîdê heye. Boz diyar kir ku cirîd li herêmê lîstikeke jêneger e û wiha dewam kir: "Em zivistanê her hefteyê li gundekî cirîd dileyizin. Cirîda li ser berfê him zewqa wê zêde ye him jî ku meriv bikeve jî tiştek nabe. Hesp jî seqet nabin."
Ji Klûba Spora li ser Hespan ya Gundê Kekeçê Çaglar Ozbaş jî got ku cirîdvan li ser berfê xweştir dileyizin.