Haydar Şahin
18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2019
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê "cîgera perde" ji kesên tehma devê xwe dizanin eleqeyeke mezin dibîne.
Kibaba cîgerê ya ji xwarinên girîng ên bajêr hem ji hêla merivên herêmê hem jî ji hêla turîstên xwecî û biyanî şebeqê, nîvro û êvarê tê xwarin.
Bîna kibaba cîger a ku li ser mangala ber destê sibê tê dadan tê pijandin di nav rojê da li Sûrê û herêmên din belav dibe.
Kibaba cîger a ku bi pîvaz, tametês û çeqilmastê tê xwarin her demsalê tê xwarin, cîgera perde jî bi taybetî zivistanê tê xwarin û bi destê çend hosteyên li bajêr tê çêkirin.
Pêşiyê cîgerê 5 deqîqeyan dipêjînin paşê bezê xaşê heywanan lê dialînin û qasî 10 deqîqeyî li ser agir dipêjînin. Li gor daxwazê pê ra îsota sor, filfil, kîmyon û pîvazan jî amade dikin.
Ji ber ku amadekirina wê bi zihmet e hoste li ser siparîşê cîgera perde çêdikin.
- "Nifşên teze bi tehmê nehisiyane"
Îsmaîl Kaplanê 52 salî yê ku 30 sal e li Sûra navçeya dîrokî hostetiya cîgerê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku çêkirina cîgera perde ji hosteyê xwe yê ku li cem çiraxtî kiribû hîn bûye.
Kaplan diyar kir ku çêkirina cîgera perde li gor kibaba cîger bi zehmet e, piraniya hosteyan naxwazin pê ra eleqedar bibin.
Kaplan destnîşan kir ku ji vir 40 sal berê ji nika zêdetir cîgera perde dihat çêkirin û wiha axivî: "Ez li ser daxwaza mişteriyan vê kibabê çêdikim. Ji ber ku vê demê li gelek ciyan nayê çêkirin nifşên teze bi vê tehmê nehisyane."
Kaplan got mişteriyên ku qet cîgera perde nedîtine dema dibnin ev çi ye, hin mişterî jî di taştê da jî vê kibabê dixwin.
Kaplan diyar kir ku kibabê çêdike dişîne Stenbol û Çeneqeleyê jî wiha axivî: "Ji bo ku ev çanda dewam bike min çêkirina cîgera perde hînî xebatkarên xwe jî kir."
Muzaffer Yildizê ji Qonyayê hatiye bajêr jî got ku tehma cîgera perde zehf xweş e.
Yildiz got ji ber ku bi hezê xaşê heywanan tê çêkini tehma kibabê zehf xweş dibe û wiha axivî: "Di emrê xwe da ev cara ewil e min cîgera perde xwar. Tehma wê zehf xweş e."