Sabri Yıldırım
13 Tebax 2025•Rojanekirin: 15 Tebax 2025
Leglegên meha sibatê dest bi hatina Deşta Mûşê kiribûn, piştî ku çêlikên xwe mezin kirin, amadekariya koçê dikin.
Leglegên ku piştî ku bi hezaran kîlometre rê birîn û hatin Mûşê, li hêlînên ku li ser sitûnên elektrîkê çêkiribûn çêlikên xwe mezin kirin û êdî amadekariyê dikin ku ji Deşta Mûşê ber bi parzemîna Afrîkayê va koç bikin.
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Xwezayê ya Tellî Turnayê ya Muşê Kasım Avci ji endamên çapemeniyê ra anî ziman ku Leglegên ku di hefteya dawî ya Sibatê da tên, di demsala havînê da li Deşta Mûşê çêlikên xwe mezin dikin.
Avci, diyar kir ku hema hema li her gundê Mûşê hêlînên leglegan hene û wiha got:
"Muş di warê qadên avî da bajarekî dewlemend e. Li vir populasyona leglegan zêde ye. Ji hefteya dawî ya sibatê pê va, piraniya leglegan ji Afrîkayê koç dikin. Leglegên ku hêlînê xwe çêkirin û kurk dikevin, piştî ku çêlikên wan ji hêkê derketin wan mezin dikin û ji nîvê tebaxê û pê va kom dibin. Leglegên ku perwerdehiya firînê ya zarokên xwe temam kirin êdî dest bi koçkirinê dikin."
Avci, destnîşan kir ku koçberî li gorî şert û mercên demsalî dikare dirêj bibe û got, "Xelk pir ji leglegan hez dikin. Ew li ser minareyên mizgeftan, stûnên elektrîkê û hin xaniyan hêlînan çêdikin. Ew di heman demê da ji bo gel çavkaniyek giring a kêfxweşiyê ne. Gel leglegan weke sembolên bereket û firehiyê dibînin."