Mesut Varol
04 Sibat 2022•Rojanekirin: 06 Sibat 2022
Li Wanê ekîbên paqijkirina berfê yên 45 roj e dixebitin bi kamyonan berf kişandin Gola Sihkeyê ya ji ber hişkahiyê ava wê kêm bibû.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin da hat destnîşankirin ku bi 300 makîneyên kar û 700 personelî va li rêyên 6 hezar kîlomêtroyî xebatên xwe didomînin.
Li bajêr li dijî cemedê 3 hezar ton xoy hat reşandin, berfa li kuçe û kolanên bajêr jî bi kamyonan kişandin Gola Sihkeyê.
Li bendê ne ku 135 hezar ton berfa kişandin golê ji bo asta ava wê ya gelekî kêm bibû kêr were û av zêde bibe.
Wekî mayîn ekîbên bi şev û bi roj mesaiyê dikin di nav 45 rojan da 524 nexweşên li gundên rêyên wan hatibûn girtin asê mabûn gihandin nexweşxaneyê.