İbrahim Atmaca
04 Gulan 2020•Rojanekirin: 04 Gulan 2020
Li 6 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê barana gur tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, li gor texmînê li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Îdir, Tuncelî û Erdexanê heta nîvê şevê bi navber barana gur wê bibare û tavî û teyrok wê çêbibe.
Germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erziromê 4, li Qers û Erdexanê 5, li Agiriyê 7, li Tuncelî û Erzincanê 8, li Îdirê 11 pile hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 24, li Erzincanê 20, li Tunceliyê 19, li Agiriyê 18, li Erzirom, Qers û Erdexanê 15 pile tê payîn.