E.O
26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ADIYAMAN
Di konteynerekî çopê ya li Adiyamanê de gelek pirtûk, CD û rojnameyên Rêxistina Dewletê ya Paralel/Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO/PDY) hatin dîtin.
Li gor agahiyan, lêpirsîna ku piştî teşebûsa derbeyê ya FETO hat destpêkirin berdewam e, di dehleke li Karadagê derket holê ku gelek pirtûkên rêxistina terorê û yên serokê wê avêtine konteynera çopê.
Welatiyên ku rewş dîtin xeber dan ekîbên polêsan, polêsên ku hatin cihê bûyerê di konteynerê de gelek rojname, CD û pirtûkên serokê rêxistinê dîtin.
Piştî lêkolîna li cihê bûyerê pirtûk berhev kirin û xistin koliyan û ji bo ku li serê lêkolînan bikin ew birin Midûriya Ewlehiyê ya Wîlayetê.