Aynur Altunışık
04 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2026
Otobêsa rêwiyan a bi plakaya 65 BJ 369 a ku Y.A (45) diajot li texma Babakonagiyê ya rêbeja Nîgde-Enqereyê ji ber sedemeke hê nayê zanîn ji rê derket.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, UMKE, îtfaiye û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da 44 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Aksarayê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Aksarayê da hat diyarkirin ku ji ber ku dîreksiyon ji kontrola ajokar derketiye otobêsa rêwiyan ji kontrolê derketiye.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di qezayê da 41 rêwî û 3 xebatkar bi tevahî 44 kes birîndar bûn û hat gotin ku "Welatiyên me yên birîndar piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê yên çûn cihê bûyerû sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Aksarê û nexweşxaneyên li bajarên hawirdor kirin û birîndar tên dermankirin."
