Türkan Tosun
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Tê texmînkirin li Başûrê Rojhilat a Anadoluyê vê hefteyê germahiya hewayê wê heta 40 pileyan derkeve.
Li gor agahiya rayedarên meteorolojiyê li Gazîentabê germahî li gor hefta borî 3-4 pile zêde bû û gihîşte 34 pileyan. Sibê û du sibe jî germahiyê zêde be û wê bigihêje 36 pileyan.
Li Rihayê jî hewa pir germ e.
Germahiya hewayê li bajêr îro 38 pile ye, tê texmînkirin ku roja înê wê bigihêje 40 pileyan.
Li Adiyaman û Kilîsê jî germahiya hewayê wê bigihêje 38 pileyan.
Rayedaran hişyarî dan ku bila welatî baldar bin û nîvro heta ku mecbûr nemînin bila dernekevin derva.