İbrahim Toprak
20 Tebax 2024•Rojanekirin: 21 Tebax 2024
Li Batmanê pîkap û TIR li hev qelibîn û di qezayê da 4 kes mirin.
Pîkapa ku Medenî Îba diajot û plaqeya wê 06 FC 6240 e û TIRa ku Mehmet Şîrîn A. diajot û plaqeya wê 23 BF 009 e, li ser rêya Batman û Kozlukê texma gundê Samanyoluyê li hev qelibîn.
Li ser êxbarê ambulans, îtfaiye, AFAD, UMKE û cendirme sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da Medenî Îba (52) û Remziye Îba (58), Mensure Gulera ku di pîkabê da bûn, li cihê bûyerê mirin. Neslîha Îbaya (18) ku bi wesayîteke taybet rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê jî digel midaxeleyan nefilitî û mir.
Hat gotin ku kesên di qezayê da mirin, ji Sîlvana navçeya Diyarbekirê seba dewatê diçûn Mêrdînê.