Mehmet Ali Derdiyok,Gökçe Karaköse
01 Mijdar 2025•Rojanekirin: 03 Mijdar 2025
Li Baxcilerê li malekî tup teqiya, di şewata derket da 3 kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
Li qata bodrimê ya avahiyeke 2 qatî ya li Kolana 1461emîn a Taxa 15ê Tîrmehê ji ber sedemeke hê nayê zanîn tup teqiya.
Ji ber teqînê şewat derket, 3 kes birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên agirkujîî, tenduristî û polêsan sewqî cihê bûyerê kirin.
Birîndar piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Polêsan li hawirdor tevdîrên ewlehiyê hildan û şewat bi midaxeleya ekîbên agirkujiyê hat vemirandin.
Piştî teqînê û şewatê di avahiyê da xisar çêbû.