Her sal bi qasî 200 hezar kesî mirov tên navçeya Xelfetiya li ber qeraxa Çemê Firatê ku avahiyên kevir, çanda herêmî û siruşta wê ya xweşik bibînin. Komîteya Koordînasyonê ya Navneteweyî ya Cîttaslowê par Xelfetî di nav bajarên aram de nîşan da.
Mirovên ku tên Xelfetiyê bi keştiyan di nav navçeyê de qasî saetekî tûrekî diavêjin. Tûrîst Rûmkaleyê û gundê Savaşanê dibînin û li vir geşt û seyranê dikin.
Wekîlê Midûrê Tûrîzm û Çandê yê Şanliurfayê Aydin Aslan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku bi veberhênanên salên dawîn ve, li navçeyê tûrîzm pêş ve diçe.
Aslan got ku qaymeqamtiyê îsal marînayeke ji bo 55 keştiyan ava kir û wiha got: "Gelê ku bi salan e bê kar bû, bi saya tûrîzmê debara xwe dike. Helbet ev dê pêş ve biçe. Hejmara tûrên keştiyan ên li Bendava Bîrecikê ya navçeya Xelfetiyê ji 20an derkete 40î. Ji hêla din ve Xelfetî ji bo fîlm û rêzefîlman cihekî baş e."