Türkan Tosun
13 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2020
Li Budakliya gundê Guroymaka navçeya Bidlîsê ji ber serma û zivistanê gamêş di tewleyan da tên xwedîkirin, lê xwediyên wan gamêşên xwe dibin û wan di germavê da dişon.
Li gundê Budakliyê ya ku 7 kîlomêtro dûrî navçeyê ye gundî gamêşan tînin germavê û di wê ava germ a ku germahiya wê digîhîje 40 pileyan da gamêşên xwe dişon.
Li gor gundiyan heke gamêş bên şûştin rehet dibin û şîrê wan jî zêde dibe.
Kesên wêneyan dikşînin jî tên gund û wêneyên gamêşan dikşînin.