Önder Beyter
13 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2020
Xelkê Erdexanê Ozturk Nuh ku heywandariyê dike, wextê xwe yê ku ji ber şixulê alifkirina heywanan dimîne, bi çêkirina resmên dîrokî û heywanan va dinirxîne. Nuh bi vî awayî ji bo ciwanên li dora xwe jî dibe nimûne.
Ozturk Nuhê 35 salî ku li gundê Çaglayakê bi xwedîkirina heywanan debara xwe dike, li aliyekî pîşeyê bavê xwe didomîne û ji aliyekî din jî xebata xwe ya çêkirina resman dewam dike.
Nuh nexasim zivistanê ji ber ku pez nabe çêrê, gelekî wextê wî çêdibe û herwiha piştî ku danê sibehê û danê êvarê pez alif dike, li mal derbasî odeya xwe dibe û resman çêdike.
Nuhê ku dixwaze bi resmên xwe va pêşangehekê veke, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku eleqeya wê ya resmê di salên dibistana seretayî da dest pê kir.
Nuh bal kişand ku ew dixwaze bi resmên ku çêdike va ciwan di serî da ji bo kesên derdora xwe bibe nimûne û wiha dewam kir, "Ciwanên me şûna ku şiyana xwe binirxînin, di medyaya civakî da bi tiştên din ra mijûl dibin. Di rastiyê da şiyana her kesekî heye, wexta ku mirov bixwaze biemilîne û binirxîne."
Herwiha Nuh bal kişand ku ew hewil dide ku di hemû babetan da resman çêke û wiha got, "Lêbelê ez bi piranî li ser dîrok û jiyanê hûr dibim. Di van babetan da 51 berhemên min hene. Lewma jî ez pir dixwazim ku pêşangehekê vekim."