Türkan Tosun
27 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2020
Li Bidlîsê welatî ji ber ku dibistan tetîl in, tên Navenda Şiqitandinê ya El Aman Haniyê û xwe dişiqitînin.
Li bajêr ji berf têra xwe barî û qalindahiya berfê gihîşte asteke baş.
Welatiyan malbatên xwe hildan hatin navenda Şiqitandinê ya El Aman Haniyê ku xwe bişiqitînin û dema xwe xweş derbas bikin.
Welatî Metîn Çoban got ji ber ku hewa xweş e ew hatine navendê û wiha axivî: "Ji bo welatiyên Bidlîs û Tetwanê cihê gerê ye. Dûr nîne. Ji bo her temenî pîst hene. Welatiyên dixwazin xwe bişiqitînin dikarin bi rehetî bên. Em di nav hefteyê û di dawiya hefteyê da tên li vir û xwe dişiqitînin."