İbrahim Atmaca
27 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2020
Li Agiriyê kesek li pêşa Çiyayê Sîpan di binê şepê da ma û gundiyan ew xelas kir.
Ji ber ku ava şebekeyê ya Qûcaxa (Kucak) gundê Panosê qerimî bû, mixtarê gund Aşik Sever, Ferhat Sever û hin gundî ji bo avê bi pêşa Çiyayê Sîpan va hilkişiyan û çûn serê şebekeyê. Piştî ku gihîştin serê şebekeyê şepe li wan rabû.
Ferhat Sever di binê şepeyê da ma û gundiyan ew birîndar ji binî derxit. Li ser cabdayîna gundiyan ekîbên cendirmeyan û ambulansa firoke ya Wezareta Tenduristiyê çûn gund.
Wezîfedarên tenduristiyê midaxaleya ewil di firokeyê da kir û Sever rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê.
Hat gotin ku Sever hîpotermî derbas kiriye, di beşa nexweşê giran da razandine û talûkeya wî dewam dike.