Hüseyin Yıldız
19 Tebax 2024•Rojanekirin: 28 Tebax 2024
Li Îdirê di Navenda Lêkolîn û Perwerdeyê ya Teyr û Tilûran a Erez da di 2 hefteyan da heleq kirin 1100 teyr û tilûrên ji 59 cisnan.
Komeleya KuzeyDogayê bi destûra Midûriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî, li gundê Çiyrikliya Jorîn a li ser Tuzlucaya navçeya Îdirê çavdêrîkirina teyr û tilûran û xebatên helqekirina lingên wan dewam dike.
Ekîba ku li Îstasyonê wezîfedar e, 2 hefte berê dest bi xebatên payîzê kir û di çarçoveya xebatan da ji 59 cisnên teyr û tilûran 1100 teyr û tilûr ketin torê û piştî ku ekîbê heleq kir lingê wan, hatin berdan.
Teyr û tilûrên ku di navbera nîvkureya başûr û bakur da diçin û tên, seba bêhnvedan û lihevzêdebûnê li îstasyona ser Çemê Erez datînin. Daneyên ku ji vê îstasyonê tên bidestxistin, bi camîeya zanista teyr û tilûran a dinyayê ra tê parvekirin û piştgiriya vê şaxa zanistê tê kirin.