Elif Irmak
21 Nîsan 2020•Rojanekirin: 23 Nîsan 2020
Li Gola Masiyan a ku yek ji navendên turîzmê yên girîng ên Rojhilatê Anadoluyê ye û bi qasî 6 mehan rûyê wê cemed digire bi hatina biharê ra cemed dihele.
Rûyê gola ku raqima wê 2 hezar û 241 e û 30 kîlomêtro dûrî Taşliçaya navçeya Agiriye ye bi tesîra sira zêde car carna cemedên digihêje mêtroyekî çêdibin.
Seranserê zivistanê bi qasî 6 mehan rûyê golê cemed digire û kesên ku li gundên hawirdor dijîn cemedan dişkînin û masıyan digirin û bi wan masiyan debara xwe dikin.
AGRI (AA) - Li Gola Masiyan a ku yek ji navendên turîzmê yên girîng ên Rojhilatê Anadoluyê ye û bi qasî 6 mehan rûyê wê cemed digire bi hatina biharê ra cemed dihele. ( Abdullah Söylemez - Anadolu Agency )
Gola Masiyan havînê jî ji bo turîstên herêmî û biyanî yek ji wan cihên cazîbedar e û li golê her demsal ji bo ziyaretvanan dîmenên bêhempa hene.
Bi helîna tebeqeyên cemedê li golê cî bi cî rengên şîn û turkuaz derketin holê û çiyayên li dora golê yên bi berfê xemilî û golê dîmenên gelekî xweşik derxistin holê.
Bi germbûna hewayê û hatina çûkên koçber û mihên ku ji bo çêrandinê derxistine mêrgan jî dîmenên gelekî xweşik derxistin holê.