Haydar Şahin
21 Nîsan 2020•Rojanekirin: 21 Nîsan 2020
Ekîba Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li Mîdyadê ji bo kesên di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da li malên xwe dimînin bi otobêsa servekirî konser da.
Ekîba şaredariyê bi otobêsa servekirî li navçeyê bi 4 zimanan konsera moralê da.
Gelê Mîdyayê ji balqon û pencereyên malên xwe li çepikan xistin û bi ekîbê ra sitran gotin.
Muzisyenên kincên parastinê li xwe kiribûn li gor mesafeya civakî rûniştin bi Tirkî, Erebî, Kurdî û Suryanîkî sitran gotin û konserê elqeyeke mezin dît.
Ji otobêsê banga mayîna li malê hat kirin.