Li Yedîsûya navçeya Bîngolê ambûlansa hewl dida ku jinika ku sancûyên wê yên welidandinê dest pê kiribûn, bigihîne nexweşxaneyê ji ber pûk û berfê di rê de ma.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Makbûle Açika (30) ducanî a ku li gundê Kurdanê nexweş ket, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yedîsûyê.
Piştî midaxeleya ewil a vir, Açik sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê kirin û piştî demekê jî ji ambûlansa ku Açik tê de bû tu xeber nehat sitandin.
Qaymeqamtiya Yedîsuyê der barê rewşê de agahî da Qaymeqamtiya Karliovayê li ser vê yekê xebat da destpêkirin.
Cihê ambûlansê bi pergala şopandina wesayîtan hat tespîtkirin û di encama xebatên ekîbên rêbejê û Îdareya Taybet a Karliovayê piştî 10 saetan gihiştin ambûlansê.
Piştî midaxeleya ewil a li Nexweşxaneya Dewletê ya Karliovayê Açik bi ambûlansa bipalet birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê.
Ajokarê ambûlansê Îsmaîl Adibellî daxuyaniyek da û got ku ji ber pûk û berf û bagera zêde di rê de man û bi şev di ambûlansê de man.
Adibellî spasiya ekîbên ku ew xilaskirin, kir.