08 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2016
ÇANAKKALE
Li Çanakkaleyê qeza çêbû û li gor agahiyên ewil 4 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan tirimbêla bi plaqeya 17 ZE 245 ku şofêrê wê nayê zanîn û otobêsa bi plaqeya 34 EY 3480 ku bi qaçaxî kesên ji Sûriye, Efxanistan û Myanmarê dibir Girava Mîdilliyê ya Yewnanistanê, li texma pireya Harharik û rêya Ezîne-Bayramîçiyê li hev qelibîn.
Li gor agahiyên ewil di qezayê da 2 kesên ku di tirimbêlê da bûn û 2 kesên ku ji otobêsê pekiyan mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Bayramîçî û Ezîneyê.
Hat diyarkirin ku tesbitkirina nasnameyan dewam dike.