09 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji ber barîna berfê xanî û wesayît di binê berfê da man.Berfa ku ev du roj e li navçeyê dibare welatî di tengasiyê da dimînin.Li ciyên bilind ên navçeyê qalindahiya berfê xwe gihande 2 metreyan, rêya gelek gund û goman hat girtin. Ji ber berf û bagerê di çûyîn û hatina rêyên Yuksekova-Daxlîca, Yuksekova-Şemdînlî û Yusekova-Esendereyê da pirsgirêk derdikevin.
Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe bênavber didomînin, ajokar jî wesayîtên xwe yên ku di binê berfê da mane derdixin.
Hin welatî ji bo ku xaniyên wan tep nebin berfa ser xaniyên xwe rêç kirin, esnafan jî pêşiya dikanên xwe paqij kir.