Zafer Göder
12 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2025
BOLU (AA) - Li ser rêbejaya D-100ê ya di navbera Stenbol û Enqereyê da li tanga Çiyayê Boluyê ji ber mij û baranê mesafeya dîtinê kêm bû.
Li ser rêbejayê li Yumrukaya, Xaçerêya Abantê, Mala Polêsana Çiyayê Boluyê û Bakacakê ku li hêla Boluyê dimînin, baran dibare.
Li cihên bilind ên guzergehê ji ber mij û baranê mesafeya dîtinê cih cihan daket 30 metreyî.
Ekîbên li deverê peywirê dikin, ajokar hişyar kirin ku di warê mesafe, beza û jihevderbasbûna xelet da baldar bin û her wiha pabendî işaretên trafîqê bin.