Zafer Tayfur
14 Gulan 2026•Rojanekirin: 14 Gulan 2026
Li Başkaleya navçeya Wanê wesayîtek ji kontrolê derket, kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê N.K. û plaqeya wê 59 YD 323 e li taxa Gedîkpaşayê ya li ser rêya Wan-Hekariyê ji ber ku kontrola wesayîtê ji destê şofêr çû ji rê derket.
Li ser cawdayînê cendirme û ekîbên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da jineke ku nasnameya wê hê nediyar e ya di wesayîtê da bû mir, şofêr û rêwiyek jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleyê.