02 Gulan 2019•Rojanekirin: 08 Gulan 2019
Li Şirnexê Çiyeyê Cûdiyê êdî ji bo gel bûye cihê kêf û şahiyê.
Li herêmê gelek malbat tên quntara Çiyeyê Cûdiyê û derûdorê wê ji xwe seyranê dikin. Welatiyan ji ber ewlehiyê û xebatên hatine kirin spasiya hêzên ewlehiyê kir.
Ji welatiyan Îdrîs Kalenderoglu got ku ew ji bo seyranê hatine herêmê û wiha axivî: "Êdî li herêmê hizûr heye. Ez û malbata xwe ji ber vê seyranê gelekî kêfxweş bûn."
Ji welatiyan Najla Babatê jî got divê hizûra li herêmê berdewam be wiha axivî: "Min û hevalên xwe ji xwe re menqel çêkir. Em têr keniyan. Înşelleh ev rewşê wiha jî bidome."