Ömer Varlık
06 Tebax 2026•Rojanekirin: 06 Tebax 2026
Li Deşta Mûşê ku navendeke giring a hilberîna çandiniyê ya Tirkiyeyê ye, kandêlkirina zebeşên ajotî dest pê kir.
Zebeşên ku ji aliyê karkeran va ji zeviyan tên kandêlkirina û li wesayîtan tên barkirin, parêzgehên herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di serî da bo gelek cihên Tirkiyeyê tên şandin.
Hasan Sagê ku ji Sirûca navçeya Şanliurfayê hatiye Mûşê û di zeviya zebeşan da dixebite, diyar kir ku wan dest bi kandêlkirina zebeşên ku bi baldarî hatine çandin kir.
Sag anî ziman ku ji ber zêdebûna germahiya hewayê ew zehmetiyê dikişînin û wiha got: "Em rojê di navbera 10-20 tiran da zebeş bar dikin. Sezon pir baş derbas dibe, berhemdariya zebeşan pir baş e. Em di hewaya germ da dixebitin, lê gava em di nav zeviyê da zebeş kerî dikin û dixwin, westana me datîne. Zebeş hem hênik dike hem jî tehma wê bi rastî pir xweş e."
Ji karkeran Onur Yabalak jî anî ziman ku zebeşê Mûşê bi aroma û tehma xwe ya cuda derdikeve pêş.
Yabalak destnîşan kir ku ji ber van taybetmendiyan di bazara navxweyî da teleba bo zebeş zêde ye û wiha axivî: "Em zebeşan li tiran bar dikin û dişînin parêzgehên herêmên Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê. Em neçar in di vê hewaya germ da bixebitin. Merivan diwestîne, lêbelê em ji karê xwe hez dikin."