Orhan Onur Gemici
06 Tebax 2026•Rojanekirin: 06 Tebax 2026
Piştî civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya ku bi serektiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê hat liadrxistin, danezan hat weşandin.
Li gorî danezana ku li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat weşandin, di civînê da, derbarê hemû gef û metirsiyên li dijî yekîtî, tebayî û hebûna neteweyî, li ser asta navxweyî û navneteweyî, di serî da yên ji rêxistinên terorê PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DEAŞê û her wiha geşedanên dawî yên navneteweyî, Lijne hat agahdarkirin.
Di danezanê da "Tirkiyeya Bêteror, pêşketinên di rêya herêma bê teror da hatin gotûbêjkirin, li ser xebatên ku ji bo aramiya welatê me qonaxek dîrokî pêk tînin, şêwir hatin kirin. Rewşa dawî ya têkoşîna li dijî FETOyê hat nirxandin û hat nîşandan ku ewê tedbîrên ji bo ji holêrakirina tora xiyanetê, bi baldarîyek pir hesas berdewam bin."
Di danezanê da herwiha hat gotin ku "Rîsk û gefên belavbûna nakokiya di navbera Îran û Amerîkayê de li ser welatên herêmî û bazirganiya cîhanî hatin destnîşankirin û banga vegera bo danûstanan hat kirin. Tekezî hat kirin ku divê civaka navneteweyî li dijî êrîşên provokatîf ên berdewam ên hikûmeta Îsraîlê, li ser cihên pîroz ên li Filistînê helwestê bigire.