İbrahim Yaldız
30 Nîsan 2023•Rojanekirin: 04 Gulan 2023
Deşta Mûşê ku bi eraziyên xwe yên bi xêr û bereket û qadên xwe yên avî va jî dertê pêş, ji 10 salan zêdetir e ku xebat tên kirin û di encama xebatan da nêzî 400 cisnên teyr û tûyan hatin tesbîtkirin û qeydkirin.
Bi germbûna hewayê ra koçberiya teyr û tûyan dest pê kir û yek ji gozergeha girîng a teyr û tûyan jî Deşta Mûşê ye. Bi hezaran cisnên cuda yên teyr û tûyan hatin deştê û li qadên avî danîn.
Bi taybetî teyr û tû tên ser çemên Murad û Karasuyê û qeraxê Gola Xaçliyê ya li navçeya Kopê. Teyr hem li van herêman peyê têrkirina zikê xwe dikevin hem jî heyama hêkirin û derxistina cûcikan derbas dikin.
Ekîba çavdêriyê ya Komeleya Parastina Siruştê ya Tellî Turnayê jî li deştê wêneya cisnên teyr û tûyên ku li cihên avî datînin, dikişînin û ji saziyên têkildar ra dişînin.
Serokê Lijneya Rêvebirinê ya Komeleyê Kasim Avcî ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji 10 salan zêdetir e ew li ser cisnên teyr û tûyên ku li Mûşê datînin, lêkolînê dikin.
Avcî diyar kir ku ew li ser cisnên teyr û tûyên ser qadên avî jî lêkolînê dikin û wiha dewam kir:
"Ji ber ku li Deşta Mûşê qadên avê zêde ne, loma gelek teyr û tû xwe didinê. Di heman demê da Mûş ji gozergahên girîng ên koçê yek e. Piraniya teyr û tûyên koçber hatin Mûşê. Dema hêkirin û rûniştina wan dest pê kir. Qamirgehên Îronê, Gola Xaçê û Gola Hamurpetê ji qadên girîng ên avî ne. Li Deşta Mûşê me çavdêriya nêzî 400 cisnên teyr û tûyan kir. Me ev cisn qeyd kirin."