Abdullah Söylemez
30 Nîsan 2023•Rojanekirin: 04 Gulan 2023
Li Dutaxa navçeya Agiriyê Sûlava Bîntosunê ku ji ser zagên nêzî 30 mêtreyî ra diherike, li benda keşifkirinê ye.
Gundê Bîntosunê nêzî 20 kîlomêtreyan dûrî navçeyê ye. Sûlav jî dikeve bakurê vî gundî û biharê bi ava berf û baranê gur dibe.
Haya kêm kesên ku li gundê derdorê dijîn ji sûlavê heye. Bihar û havînê kesên ku dixwazin geşt û seyranê bikin, berê xwe didin vê sûlavê jî.
Sûlava ku derdora wê bi rengên biharê xemilî, bi droneyê hat kişandin.
Ji gundiyan Muhammed Alî Gulçîn ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew dixwazin sûlav zêdetir were zanîn.
Gulçîn diyar kir ku der dora sûlavê biharê kulîlk vedidin û wiha dewam kir, "Em ji bo dîtinahiya vê dîmena xweş her kesî dewetî vê derê dikin. Darên ku meriv dikare di nav da geşt û seyranê bike, hene. Ava sûlavê biharê û payîzê gur dibe. Welatî jî tên geşt û seyranê."