Hüseyin Demirci,Ömer Tarsuslu
26 Nîsan 2023•Rojanekirin: 28 Nîsan 2023
Li deverên bilind ên Sarîqamiş û Susuza navçeyên Qersê di biharê da berf barî.
Barana ku li navçeya Sarîqamişê barî, li hin herêman jî veguherand berfê. Li Dirba Handereyê ya ku raqima wê 2 hezar û 368 e, kulîlk di binê berfê da man.
Bi barîna berfê ra dîmenên xweş derketin holê, werdekên beyanî jî li ser berfê meşiyan.
Li navçeya Susuzê jî berf barî û li nêzî gundê Kîzîrogluyê çil û çiya di binê berfê da spî bûn.