Sabri Yıldırım
26 Nîsan 2023•Rojanekirin: 29 Nîsan 2023
Li Mûşê pirsgirêka ava vexwarinê bi saya xeteke nû ya ji Bendava Alparslan-2yê bê kişandinê va wê çareser bibe.
Parlamenterê Mûşê yê AK Partiyê Mehmet Emîn Şîmşek ji rojnamevanan ra daxuyand pirsgirêka ava vexwarinê ya 63 herêmên li Deşta Mûşê wê bê çareserkirin.
Şîmşek wiha got: "Ava ji Bendava Alparslan-2yê tê temînkirin ji mesafeyeke nêzîkî 35 kîlomêtroyî tê parzûnkirin. Ev proje navenda Mûşê, navçeya Korkutê, 9 bajarokan, zanîngehê û 52 gundên me eleqedar dike û bihayê wê jî 2,5 milyar lire ye. Xwedê nesîb bike em ê beriya hilbijartinê ava ewil bişînin depoyên xwe. Şebekeyên me amade ne. Piştî ku xeta me ya îsaleyê temam bû, pirsgirêka Mûşa me ya ava vexwarinê wê çareser bibe."
Şîmşek anî ziman li Deşta Mûşê ewil 178 hezar donim eraziyên çandiniyê wê bên avdan ku îhaleya ji bo vê hatiye kirin û bihayê vê projeyê 3 milyar dolar e.
Şaredar Feyat Asya jî got di Sedsala Tirkiyeyê da pirsgirêka girîng ya Mûşê wê bê çareserkirin û ew ji bo vê rojan dijmêrin.