08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Platforma Biratiyê ya Enqereyê li Sûra navçeya Diyarbekirê fitarek da. Welatiyên mexdûrê terorê û endamên saziyên civakî yên sivîl bi hev re fitar xwarin.
Miftûyê Bajêr Burhan Îşliyen di bernameya fitarê de dia kir.
Piştî fitarê Alîkarê Serokê Şaxa Enqereyê ya Komeleya Yardimeliyê Şukru Can ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew ji ber berpirsyariya mirovahiyê û biratiyê hatine Diyarbekirê.
Can wiha axivî: "Armanca fitara me biratî, alîkarî û hevkari ye. Li vir hewcedariya birayê me bi me heye, li Enqereyê ya me jî bi wan heye. Înşallah ji vir pê ve her tişt wê baştir bibe. Biratî û hevkarî wê bi ser bikeve. Welatê me bi ser bikeve. Em dixwazin ev alîkarî û biratî dewam bike. Me kartên diyariyê ji birayên xwe yên mexdûr re anîn. Saziyên civakî yên sivîl wê van teslîmî wan bikin. Em hemû ferdek û perçeyekî umeta Îslamê ne."
Berdevkê Platforma Biratiyê ya Enqereyê Hayrullah Başer jî got ku ew bûyerên terorê şermezar dikin û wiha axivî: "Bernameya me ya fitarê wê dewam bike. Em ê herin Mêrdîn û Cizîrê. Em ê sedema pirsgirêkan û rêyên çareseriyê biaxivin. Divê em sedeman baş tespît bikin. Dîrokeke me ya hezar salî ya tirk û kurdan heye. Divê em bi hev re dahatûyê binêhêrin."