07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
HATAY
Sêwiyên ji Sûriyeyê yên ku li Antakyayê di dibistana "Zarokên Cangoriyan ên Dinyayê" ya ku ji hêla Weqfa Zarokên Cangoriyan ên Dinyayê damezrandibû da dixwendin karnameyên xwe hildan.
Serokê Weqfê Îsmaîl Yildirim di merasima li baxçeyê dibistanê hat kirin da axivî û ragihand ku ew 3 salin hizmetê dikin û ji bo çareserkirina hewcedariya xwendekarên ji Sûriyeyê û malbatên wan hewl didin.
Yildirim ji hemû kesên di kar û xebatên bo xwendekarên sêwî hatin kirin da cih girtine re spas kir.
Midûra dibistanê Emîne Kose jî diyar kir ku ji bo xebatên perwerdehiyê yên li dibistana wan bi rêk û pêk bi rê da biçe tevlî mamosteyên xwe va gelek hewl dan.
Xwendekaran ewilî şanoyek li dar xistin, stranên tirkî û erebî gotin û paşê jî karnameyên xwe hildan.
Bi tevahî 680 xwendekarên sêwî yên ji Sûriyeyê karname sitendin.